Ferît Şenyaşar, ji Partiya Çepên Kesk bû parlamenter
Ferît Şenyaşar ku sala 2018’an bav û birayê wî ji aliyê xizmên Parlamenterê Rihayê yê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, bû parlamenter.
Ferît Şenyaşar ku sala 2018’an bav û birayê wî ji aliyê xizmên Parlamenterê Rihayê yê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, bû parlamenter.
Ferît Şenyaşar e deh roj mabûn ji hilbijartinên giştî yên 24’ê Hezîrana sala 2018’an re û bav û birayê wî ji aliyê parêzkar û xizmên Parlamenterê Rihayê yê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, bû Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê.
Partiya Çepên Kesk ku li Rihayê ji sedî 25,32 deng stendin, çar parlamenter ji Rihayê derxistin. Şenyaşar ku di lîsteya namzediyê ya partiyê di rêza 4’emîn de bû, hat hilbijartin.